Tehran, Bexda û Enqere ti pirsgira wan li gel serxwabûna Kurdistanê de nîne
Ew raporê ku ji 179 rûperan pêk hatiye bi hûrgilî behsa egera pêkhatina Kurdistanê û bertekê hêzên sereke li rojhilatanavîn, Tirkiyê, Îran, hikûmeta Iraqê dike, lê gor wan lêkolînvanan ew sê aliyene dixwazin ku eger herêma Kurdistanê biryara xwe ya dawiyê bide vê proseya ragehandina serxwebûnê qonax bi qonax pêk bîne heta ku nebe sedemek ji bo paldana kurdin perçeyên din.
Serokê tîma lêkolînên Elî Reza Nadir li vê dezgehê de, di vê baweriyê deye ku hikûmeta Iraqê dikare sûdê ji cûdabûna kurdan verbigirê û encamên nerênî yên Iraqeke bê Kurdistan kêm dibe ji bo vê yekê jî pêwîst dike herdû aliyên Hewlêr û Bexda bi giftûgo vê yekê çareser bikin bi awayekê ku ev prose xizmeta berjewendiyên herdû aliyan bike.
Lêkolîn bi giştî behsa sê senaryoya ji bo serxwebûna Kurdistanê dike.
1- Kurdistanê tek alî biryara ragehandina serxwebûnê bide ev yeke ji aliyê ti hikûmetên navçê nayête piştevanî kirin.
2- Di egera hilweşandina hikûmeta Iraqê de kurd vê yekê bixwe wek firsetek bibînin û dewleta xwe rabigehînin.
3- Cûdabûn qonax bi qonax be û bi rêya danûstandina di navberî Hewlêr û Bexdayê de be.
Li gor wê lêkolînê, her çêqas jî hikûmeta Iraqê li ser yek parçe bûna axa Iraqê tekez dike, zehmete ku desthelatdarên navêndê bikarin riya cûdabûnê li kurdan bigire. Eger kurd biryarê xwe ji bo cûdabûnê dabin riya here baş û bisûd ew e ku danûstandin û rêkeftinê bikin.
Rapor tekez dike ku hikûmeta Enqerê jî ber wan guhartinên ku di navçê de çêbûne, wa diyare ku nebe asteng li ber serxwebûna Kurdistanê. Sedema vê yekê jî ji bo wan pêwendiyên ku di navber herdû aliyan de li ser babetê enerjî û bazerganî û herwaha bêhêvîtiya Tirkiyê ji Bexda û Demişqê. Aşkere dike ku Tirkiye razî dibe, bi merçê ku ev proseye qonax bi qonax be.
Li ser komara îslamî ya Îranê jî diyar dike ku Tehran wa diyare ku pirsgirêkan ji bo serxwebûnê çêneke, tenê eger bizane ku ev yeke bandorê ji kurdên welatî wî nake. Ji ber ku Îran jî berjewendî li gel Hewlêrê de hene her çend ku hikûmeta Iraqê neraziye jî, lê belê Îran dixwaze pêywendiyên xwe li gel Hewlêrê zêde bike ji bo wê jî dibe ku encamên wan berjewendiyên bandor li ser helwestê Îranê bi erênî hebe.
basnews
