• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîr pêşwaziyê li şandeyeke Fransayê dike

Gulan Media November 23, 2016 Nûçe
Serokwezîr pêşwaziyê li şandeyeke Fransayê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 22.11.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyek Civata Pîran a Fransayê bi serokatiya Bernard Kazwa endamê wê civatê kir.

Şandeya mêvan xebat û tekoşîna xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstên DAÎŞê de û parastina hemû pêkhateyên herêmê û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê bilind nirxandin û got ku Herêma Kurdistanê kariye ew pirensîpên hevebşên di navbera Herêma Kurdistan û cîhana azad de hene, qîmeta mirovatiyê, bi başî parastine.

Şandeya Fransayê kêfxweşiya xwe li hember wê yekê diyar kir ku Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa federal lêdixebitin pirsgirkên xwe bi rêya diyalog û danûstandinan çareser bikin, hêvî xwest ku Hewlêr û Bexda hemû pirsên hilawîstî bi rêya lihevtêgihiştinê çareser bikin û piştevaniya xwe jî ji bo çareserkirina doza kurdî li Rojhilata Navî bi rêya demokrasî û aşitiyê nîşan da.


Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştgirî û hebkariyên Fransayê bo Herêma Kurdistanêm bi taybetî hevkariyên di warê însanî û leşkerî de û serdana serokê Fransayê François Hollande bo Herêma Kurdistanê di destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê kir û ew serdan bi piştevaniyek baş ji bo xek û pêşmergeyê Kurdistanê wesif kir. Barzanî got ku ew serkeftin û bergiriya pêşmerge li dijî terorîstên DAÎŞ kirî, parastina behayên mirovî û azadiyan e, ji ber ku terorîstên DAÎŞ dijî hemû cîhanê ne û divê bên jinavbirin.
Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa operasyona azadkirina Mûsilê û qonaxa piştî azadkirinê kir û got ku giringe siyaseteke piralî ji bo binbirkirina hizra DAÎŞê li deverê hebe.

Barzanî diyar kir ku Hewlêr hertim amadebûye û amadeye hemû pirsan bi Bexdayê re bi diyalog û danûstandinan çareser bike û di paşerojê de bi awayekî çirtir danûstandina bike daku emin û aramî li deverê bi cî bibe û berjewendiyên gelê kurd tê de parastî bin.



Top