• Monday, 23 February 2026
logo

Rêya Mûsil û Reqayê hate birîn

Gulan Media November 22, 2016 Nûçe
Rêya Mûsil û Reqayê hate birîn
Hêzên Heşda Şeibî li nêzîkê navçeya Tileferê rêya Mûsil û Reaqyê kontrol kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Karwan Elî li çepera dawîn a Hêzên Pêşmerge ya li rojhilatê Şingalê ragihand, “Hêzên Heşda Şeibî li nêzîkê navçeya Teileferê rêya Reqa û Mûsilê qut kir.”

Peyamnêrê me da zanîn ku di çend rojên dawiyê de hatinçûna çekdarên DAIŞê ji vê rêyê zêde bibû û bi kamyon û otomobîlên leşkerî ev rê bikar di anî lê niha ev rê ketiye bin kontrola Heşda Şeibî.

Hêzên Heşda Şeibî li rojavayê Mûsilê operasyonan dike û hefteya derbasbûyî jî Firokexaneya Tileferê kontrol kiribû.

Tilefer dikeve bakûrê rojavayê Mûsilê û rûberê wê 28 kîlometre ye. Li gorî amarên hikûmeta Iraqê, di sala 2010ê de hejmara şêniya vê navçeyê 281 hezar kes bûne. Piraniya rûniştvanên Tileferê tirkmen in.

Tilefer 70 kîlometre dûrî navenda Mûsilê ye. Herwiha 57 kîlometreyan dûrî sînorê Iraqê û Suriyê ye. Û hevsînorê navçeya Şingalê ye.

Di Hezîrana sala 20014ê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hate kontrol kirin. Bi kontrolkirina Tileferê pêwendiya Mûsil û Sûriyê ji hev qut dibe.

Rudaw
Top