Parlamenterê PDKê: Bila kurd êdî ji Bexdayê bûdceyê nexwazin
Parlamenterê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Pêwîst e êdî kurd daxwaza %17ê bûdceya Iraqê neke, çimku Hikûmeta Iraqê pişka bûdceya desthilatdariyê û serweriyê di proje yasaya bûdceya 2017ê de gelek zêde kiriye û li gorî lidûvçûnên me, eger %17ê bûdceyê bêyî ti arîşeyan jî ji Herêma Kurdistanê re bihê şandin, mehane dike 500 milyar dînar, di demekê de ew petrola ku em bi xwe niha difiroşin, dahata mehane ya wê 740 milyar dînar e.”
Şaxewan Ebdullah herwiha daxwaz dike, ku Herêma Kurdistanê li şûna rêkevtina berê, rêkevtinek nû li gel Hikûmeta Iraqê îmza bike.
Ebdullah tekez kir, ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rêkevtina nû de, “hemû petrola Kurdistanê radestî Bexdayê bike, û li hember wê jî Hikûmeta Iraqê mehane tenê mûçeyên fermanberan bişîne. Ji bilî wê yekê, em her core rêkevtinek din bikin, dê bi zirara me be.”
Li gorî agahiyan, di proje yasaya bûdceya 2017 a Iraqê de, rêkevtina pêştir a Herêma Kurdistanê û Iraqê weke salên bihorî hatiye danîn, ku li gorî wê rêkevtinê, eger Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîlên petrolê bi rêya Hikûmeta Iraqê ve hinarde bike, dê %17ê bûdceya Iraqê weke pişka Kurdistanê ji Hewlêrê re bihê şandin.
Rudaw
