Êzîdî daxwaz ji aliyên siyasî dikin bi dû bangewaziya Barzanî ve biçin
Berpirsê lijneya rowşenbîrî ya desteya bilind ya navenda rowşenbîrî û civakî(Laleş) Şeşo Qasim ji BasNewsê re ragehand ku:” Her çêqas aramî û pêkevejiyan û lêborîn bihêz be, kurdên êzîdî hest bi bextewerî ya zêde dikin.” û got:”Barzanî xwedî li mafê peyrewên hemû olan derket.”
Şemo Qasim daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir ku bi dû bangewaziya Barzanî ve biçin û got:” Her aliyek bi dû bangewaziya Barzanî ve neçe, şûna wan li paşeroja kurdan de nabe.”
Wî berpirsî herwaha tekez kir ku:” paşeroja gelê kurd li destê wan aliyên siyasî de ye her aliyek di civînê de beşdar nebe karek metirsîdar dike.”
basnews
