• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkiye biryara girtina hevserokê PYDê Salih Muslim derkir

Gulan Media November 22, 2016 Nûçe
Tirkiye biryara girtina hevserokê PYDê Salih Muslim derkir
Ajansa Reuters radigîhîne ku ku Tirkiyê di derheqa hevserokê Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Muslim de biryara girtinê derxistiye, bi heceta ku destê wî di êrîşeke bombeyî ya li Enqerê heye. Muslim hemwelatiyê Sûriyê ye û sîyasetvanekî navdar e.

Reutersê herwiha da zanîn ku derbarê jimareke Kurdên din jî heman biryara girtinê hate derxistin, bi îdîaya ku peywendîya wan bi êrîşa kujêr ya 17ê Şubatê heye ku otobuseke leçkerî li Enqerê hatibû armancgirtin.
Top