• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Pîrên Fransa kir

Gulan Media November 22, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Pîrên Fransa kir
Roja sêşem 22.11.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Bernard Kazwa Endamê Encûmena Pîrên Fransa û şandeke li gel kir.

Li hevdîtinê de Serokê şandê silav û rêzên Serokê Encûmena Pîrên Fransa bi Serok Barzanî gihand û her wiha behsa li wê yekê kir ku welatê wan gelek bi girîngiyê ve temaşa jiyana siyasî û civakî û aborî ya Kurdistanê dike û agahdarî qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistane. Her wiha ji bo serkirdayetîkirina serkeftiya şerê terorîstên Da'îş destxweşiyê li Serok Barzanî kir û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî û kesukarê şehîdên Pêşmerge kir ku canê xwe li şerê dijî terorîstan da gorî kirine û ragihand Pêşmerge li asta cîhanê da bûye semboleke mezin û cihê şanaziya cîhanê ye.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Serokê Encûmena Pîrên Fransa kir û ji bilî balkişandina serdana Serokê Fransa ya Hewlêrê û di destpêka êrîşên Da'îş de, tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir û spasî hemû aliyên siyasiyên welatê Fransa kir ku hevsozê êşên gelê Kurdistanê bûne. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de tîşk xiste li ser qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstan û parastina pêkhatên neteweyiyan û ragihand Pêşmerge cihê şanaziya gelê Kurdistanê ye. Her wiha behsa operasyona azadkirina Musilê kir û wê yekê xisterû ku Pêşmerge wê rola ku li operasyonê da li ser milê wî bûye bi serkeftî encam daye û hêlên bergiriyên Da'îş li dewrûbera Musilê de têkşikandiye. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku armanca me ya serekî piştî Da'îşê dabînkirina asayîş û bexteweriya xelkê navçeyê bi taybetî Êzîdî û Mesîhî û li her rêkkeftinek da jî divê daxwaza runiştvanên navçeyê jî li ber çav bê girtin ku çi aliyek asayîşa navçeyê dabîn bike.

Her li vê kombûnê da behsa rewşa koçberan û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî ya Tirkiyê û paşaroja Herêma Kurdistanê kirin.

Top