• Monday, 23 February 2026
logo

Çekdarên Heşdî Şeibî destdirêjî dikin ser şivanên Nînowa

Gulan Media November 22, 2016 Nûçe
Çekdarên Heşdî Şeibî destdirêjî dikin ser şivanên Nînowa
Çekdarên milîs ên Heşdî Şeibî destdirêjiyê dikin ser şivanên derdora bajarê Mûsilê.

Li gor raportekî rêxistina mafê mirova ya Cîhanê, ku îro 22.11.2016ê hatiye belav kirin, çekdarê milîsên Esayib Ehlê Heq in û beşekin ji milîsên Heşdî Şeibî, 10 şivanên gundê Edayeyê ku başûrê Mûsilê ye girtine û piştî lêdane, sivikayî li wan kirine û piştre veguhestine gundê Xezîlê yê herêmê û azad kirine, lê 300 pezên wan bi zorê ji wan standine.

Wan şivanan li gel 500 hemwelatiyên din ên gundê Edayê, roja 03.11.2016ê ji tirsa şerê hêzên Iraqê û rêxistina tund a DAIŞê revîne û berê xwe dane qampa Cidie ya başûrê Mûsilê.

Li gor daxuyaniya mafê mirov a Cîhanê, yek ji wan 10 şivanane xortekî 15 salî bûye û çekdarên Esayib Ehlî heq pir li wî dane û ser û pişta wî de şopên îşkencê pir diyarin.

Basnews
Top