• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê gundên Minbicê topbaran dike

Gulan Media November 22, 2016 Nûçe
Artêşa Tirkiyê gundên Minbicê topbaran dike
Gundên rojavayê navçeya Minbic a Helelbê ketine ber lêdanên artêşa Tirkiyê.

Çavkaniyeke xwecihî ji bajarê Minbic ragihand ku artêşa Tirkiyê di topbaran û bordûmana gundên rojavayê Minbic de berdewam e.

Her li gorî wê çavkaniya xwecihî gundên Şêx Nasir, Îlan, Qert Wêran li rojavayê Minbic ketine ber topbaranê.

Bi gotina heman çavkaniyê şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Tirkî û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê de derketin. Hevdem topxane û balefirên şer ên Tirkî di bordûmana gundên rojavayê Minbic de berdewam in.

Di encama vê rewşê de ziyanên giran gihiştine mal û milkên sivîlan.

Rudaw
Top