Letîf Şêx Omer: Derbarê peyama Barzanî de em li gel Gorran di gotûbêjê de ne!
Piştî peyama Barzanî, hîn Tevgera Gorran û YNKê bi fermî bersiv nedane, çavkaniyekî bilind a di nav YNKê de jî, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sedemê dereng mana bersiva peyamê, ji ber di navbera her du aliyan de bîr û ramanên cuda hene derbarê peyamê de, ku gelo bi awayê komîteyekî hevbeş bersiv bidin peyamê, yan bi awayekî cuda, ku Gorran û YNK wek du peyamên cuda bersiv bidin peyama Barzanî û got: ‘’Piraniya YNKê li gel vê yekê ne ku YNK bi tenê bersiva peyamê bide.’’
Endamê rêveberiya YNKê Letîf Şêx Omer jî, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Vê derbarê de gotûbêj tên kirin, bê guman YNK dê bersiva wê hebe. Em li gel Gorran jî di gotûbêjê de ne, lê li ser vê pirsê hîn ti biryarek nû tuneye.’’
Basnews
