Li Silêmaniyê xwepêşandan e û li Hewlêrê jî protesto
Zêdetirî 50 rojan e li Herêma Kurdistanê pêvajoya sala nû ya xwendinê dest pê kiriye. Lê li bajarên Silêmaniyê û Helebceyê, herwiha li herêma Germiyan, Raperîn û Koyê mamosta dibistanan boykot dikin û her hefte jî xwepêşandanan saz dikin.
Mamostayên nerazî îro li Silêmaniyê li pêşiya Perwerdeya Rojava kom bûn û tekez kirin ku ew dê xwepêşandanên xwe berdewam bikin. Mamostayan îro jî di dema çalakiya xwe de şanoyek bi navê Baçermoka Kor nimayîşkirin.
Mamostayan bi civîneke rojnamevanî ragihandin ku heta daxwazên wan pêk bên ew dê li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê xwepêşandanan bikin.
Karmendekî jî bi navê karmendên nerazî ji dezgehên ragihandinê re axivî û got: “Em ji partiyan ne razî ne. Weke karmend em dengê xwe digihînin hikûmetê. Bi hemû hêrsa xwe ve dibêjin êdî bes e!”
Hevdem li bajarê Hewlêrê jî nûnerên yekemînên zanîngeh û peymangehan li pêşiya Civata Wezîran kom bûn û daxwaz kirin ku di dezgehên hikûmetê de bên erkdar kirin.
Nêzîkî 20 kesên nûnerên xwendekarên ku zanêngeh û peymangehên xwe de yekemîn bûne û derçûne daxwaz kirin ku hikûmet bersivê bide daxwazên wan.
