Li Rojava duyemîn zanîngeh bi fermî tê vekirin
Di 21 çirya paşîn de yekemîn rojbû ku, zanîngehê pêşwaziya xwendevanan kir, di sala yekem de 600 xwendevan hatin tomar kirin,ji wana 140 şagirtên kolêja patrol û pêtrokîmiya ne. Sîstema xwendinê ji şagirtan re nûye,çimkî ezmûnên dawiya salê tunene û Sala xwendinê dê ji sê werzan be.
Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo,diwemîn zanîngeh li Rojavayê kurdistanê piştî zanîngeha Efrînê. Berpirsên desteya perwerdeyê dibêjin ku, di pirojeyên wan de vekirina zanîngehan li Kobanê û Şehba jî hene.
Hin çavdêr dibînin ku, paşeroja zanîngehê ne diyare,çimkî ew mamosteyên pispor û rêbazên xurt tunene,herweha tu danpêdanên herêmî û navnetewî jî ta niha pê ne hatine dayîn û ev jî di hêle ku, çarenivîsa xwendevanan di metirsiyê debe.
K24
