• Friday, 22 May 2026
logo

Artêşa Tirkiyê sînorê Zaxoyê topbaran dike

Gulan Media November 22, 2016 Nûçe
Artêşa Tirkiyê sînorê Zaxoyê topbaran dike
Artêşa Tirkiyê îşev duşemî 21ê Mijdarê sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran dike.

Topxaneyên Artêşa Tirkiyê îşev dest bi topbarankirina sînorê bajarokê Batîfa yê girêdayî navçeya Zaxoyê kir.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, “topxaneyên Artêşa Iraqê gundê Bankê yê ser bi bajarokê Batîfa ya Zaxoyê didin ber topan”.

Peyamnêrê me herwiha got: “Li gundê Bankê 20 mal hene, ku dibe di encama topbarana Artêşa Tirkiyê de were valakirin û rûniştvanên gund bo parastina canê xwe ji gund derkevin.”

Heta niha derbarê encamên û zirarên îhtimalî yên topbaranê de ti agahî nehatine zanîn.

Pêştir jî bi hinceta hebûna binke û endamên Partiya Karkerên Kudistanê (PKK) Artêşa Tirkiyê gelek caran sînorê Başûrê Kurdistanê daye ber topan.

Rudaw
Top