• Saturday, 31 January 2026
logo

Kîjan nehêniya dilê xwe eşkere dike

Gulan Media August 16, 2012 Hunerî
Kîjan nehêniya dilê xwe eşkere dike
Stranbêj Kîjan Îbrahîm Xeyat piştî veqetîneke zêde ji karê hunerî, bi helkefta cejna Remezanê albûmeke stranan bi navê (Nehênî Dil) belav dike.

Çavkaniyekê ji kompaniya Ava Medya ji Rûdawê re ragihand: “Piştî veqetînekê, hunermend Kîjan Îbrahîm Xeyat bi albûma (Nehênî Dil) vedigere nav meydana hunera kurdî.”

Albûma han ji 9 stranan pêk tê û hemû di aliyê dabeşkirina muzîkê de ji aliyê hunermend Hêmin Husên hatine amadekirin û karê deng jî li studyoya Melody hatiye kirin.

Sponserê vê albûmê kompaniya Ava Medya ye û biryar e straneke wê bê klîpkirin jî.

Rudaw
Top