• Friday, 22 May 2026
logo

Siyasetmedarekî Turkmen: Bila aliyên siyasî li dû peyama Barzanî bikevin

Gulan Media November 21, 2016 Nûçe
Siyasetmedarekî Turkmen: Bila aliyên siyasî li dû peyama Barzanî bikevin
Siysetmedarekî Turkmen dibêje, peyama duhî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pir girîng û erênî bû û dema wê yekê hatiye ku hemû aliyên siyasî dest ji hevrikiyên siyasî berdin û bersiva wê peyamê bidin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî drebarê rewşa siyasî ya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku bicivin û serokatiyeke nû ji Parlemantoya Kurdistanê re û hikûmeteke nû ava bikin û herwiha kesekî jî diyar bikin bo serokatiya Herêma Kurdistanê.

Derbarê wê peyamê de, siyasetmedarê turkmen Ebdulqadir Bazirgan, ku endamê Partiya Çaksaziyê ya Turkmen e, ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye ku partiya wî piştgiriya peyama Serok Barzanî dike û wiha gotiye, ew peyam pir girîng û erênî bû û di dema xwe de hat dayîn. Tişta ku aliyên siyasî berê daxwaza wê dikirin niha wek pêşniyar ket ber destê wan.

Ebdulqadir Bazirgan her wiha gotiye, niha dema wê yekê ye ku aliyên siyasî li pey wê peyamê bikevin û êdî xelk nebin qurbaniyên hevrikiyên siyasî û hemû alî jî dizanin ku ji ber xerabiya karê Serokê Parlemantoyê ev kirîza siyasî li Kurdistanê çêbû, lewma divê ew serokatiya parlemantoyê bê hilweşandin û serokatiyeke nû bê avakirin.

Wî siysetmedarê Turkmen diyar kiriye ku xebata Barzanî ne girêdayî kursiya serokatiya Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku li ser asta cîhanê xwedî cihekî bilind e. Barzanî karî fermandehiya şerekî mezin li dijî terorîstên DAIŞê bike. Lewma em hêvîdar in ku hemû aliyên siyasî destê xwe bidin hev û kar bo derbasbûna vê rewşa aloz bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî, ji ber ku berdewamiya vê aloziyê dikeve xizmeta neyarên me.

Basnews
Top