• Friday, 22 May 2026
logo

Berpirseka PYDê di encama êrişa balafirên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da

Gulan Media November 21, 2016 Nûçe
Berpirseka PYDê di encama êrişa balafirên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da
Berpirseka PYDê li herêma Efrînê ya Kurdistana Rojava di encama êrişa balafirên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên nêzîkî PYDê dan zanîn ku berpirseka PYDê bi navê Fatma Silêman, ku endama rêveberiya dezgeha PYDê ya bi navê “Kongreya Star” li devera Cindirêsê ya Efrînê bû, jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin ku ew berpirsa PYDê çend roj berê di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê de birîndar bibû û ev 10 roj bûn li nexweşxanê dihat dermankirin.

Basnews
Top