• Friday, 22 May 2026
logo

Endamekî Lêjneya Asayişê: Bexda dixwaze PKKê li Kerkûkê bihêz bike

Gulan Media November 21, 2016 Nûçe
Endamekî Lêjneya Asayişê: Bexda dixwaze PKKê li Kerkûkê bihêz bike
Endamekî Lêjneya Asayiş û Berevaniyê ya parlamentoya Iraqê dibêje, Bexda dixwaze PKKê li Kerkûkê bihêz bike.

Parlamenterê kurd û endamê Lêjneya Asayişê ya parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, Bexda dixwaze PKKê li Kerkûkê bihêz bike ji ber wê jî vê dawiyê çek daye PKKê. Bexdayê wisa hizir dike ku eger PKK bihêz bibe dikarin Kerkûkê bixin bin kontrola xwe. Lê bila bizanin heta partiyên kurdî bihêz bin Bexda nikare li Kerkûkê bihêz bibe.

Şaxewan Ebdullah her wiha gotiye, qesta Bexdayê ji bihêzkirina PKKê ew e ku bi destê PKKê siyaseta xwe bicîh bîne. Heşda Şeibî û Îran jî piştgiriya vê yekê dikin. Helbet partiyên Kurdistanî ti carî li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nayên xwar û dê PKK jî wek hêza dijî kurd bibînin. Yek ji armancên Bexdayê jî ew e ku Tirkiyê li hember turkmenên Kerûkê tehrîk bike.

Li gorî wî parlamenterê kurd, ti carî PKK û Bexda di wan hewlên xwe de bi ser nakevin.

Basnews
Top