• Friday, 22 May 2026
logo

Siyasetmedarê ereb: Malikî hewl didi Kurdistanê hilweşîne

Gulan Media November 21, 2016 Nûçe
Siyasetmedarê ereb: Malikî hewl didi Kurdistanê hilweşîne
Biryarderê xula berî ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Xalidî got; “Nûrî Malîkî hewla hilweşandina civaka Herêma Kurdistanê dide.”

Mihemed Xalidî beşdarî bûltena Rûdawê bû û diyar kir ku ew nêrînên ku dibêjin “bila parêzgehên Herêma Kurdistanê raste rast ligel Bexdayê danûstandinan bikin” serkeftî nabin. Ji ber ku di destûra Iraqê de bi taybetî amaje bi Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Mihemed Xalidî got ku ev nêrîn projeyek e û ji aliyê Nûrî Malîkî ve jî tê piştgirîkirin û wiha axivî:

“Ev yek ji bo dijitiya birêz Barzanî tê pêşxistin. Li hember vê helwesta birêz Barzanî diyar e. Hemû iraqî niha deyndarê Hewlêrê ne, ji ber ku wan deriyê xwe ji hemû iraqiyan re vekir.”

Xalidî diyar kir ku hemû ıraqî şanaziyê bi Herêma Kurdistanê dikin û bajarên Herêma Kurdistanê jî ji aliyê siyasî, aborî û binesaziyê ve ji bajarên Iraqê pêşketîtirin.

Biryarderê xula berî ya Parlamentoya Iraqê rexneyên tund jî li serokwezîrê berî yê Iraqê Nûrî Malîkî girt û got: “Malîkî di 8 salên desthiladariya xwe de bû berpirsê wêranbûna Iraqê. Herin lê binerin, piraniya bajarên Iraqê niha wêran in. Malîkî nekarî bajarên Iraqê bigihîne asta ya Herêma Kurdistanê, lewma girêyekî wî heye. Ji lewra ev çendîn sal e hewla hilweşandina civaka kurd dide.

Rudaw
Top