• Friday, 22 May 2026
logo

Şanda Ewropî nikarî Demîrtaş bidîtana

Gulan Media November 21, 2016 Nûçe
Şanda Ewropî nikarî Demîrtaş bidîtana
Şanda Ewropa ya bi serpereştiya Serokê Partiya Sosyalîsta Ewropayê Sergey Stannishevê nekarîn derbasî Girtîxaneya Edîrneyê bibin û bi Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş re hevdîtin bikin.

Şanda Ewropa ku bi armanca çavdêriya rewşa Tirkiyê û dîtina parlamenterên girtî yên HDP derbasî Tirkiyê bibûn, bi hinceta ku destûra wan nîne, nekarîn serdana Demîrtaş bikin.

Şanda Ewropa ku ji parlamenterên li ser rêya girtîxaneya Edîrneyê ji hêla cerdemeyan ve hatin rawestandin û bi hinceta ku ji Wezareta Dadê destûr negirtine hatin vegerandin.

Serokê Partiya Sosyalîstan Stanîshev got, ewê ramanên xwe bi Ewropa re parve bikin, mixabin li Tirkiyê her ku diçe mafên demokratîk xerabtir dibin. Metirsiyên kûr derbarê Tirkiyê de hene.

K24
Top