• Friday, 22 May 2026
logo

Ahmet Turk hate binçavkirin!

Gulan Media November 21, 2016 Nûçe
Ahmet Turk hate binçavkirin!
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Serokê Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê Emîn Irmak hatine binçavkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmt Turk roja 17ê Mijdrê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatibû dûrxistin.

Îro demjimêr 10.15ê danê sibê, polîsan avêtin ser mala Ahmet Turk û ew binçav kirin.

Polîsan Turk ji bo lêpirsînê birin Rêveberiya Ewlekariya Mêrdînê û li mala wî jî lêgerîn pêkanîn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li cihî Ahmet Turk, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman weke qeyûm destnîşan kiribû.

Ji aliyê din ve, îro danê sibê polîsan serokê şaredariya navçeya Artukluya Mêrdînê Emîn Irmak jî desteser kirin.

Rudaw
Top