Ahmet Turk hate binçavkirin!
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmt Turk roja 17ê Mijdrê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatibû dûrxistin.
Îro demjimêr 10.15ê danê sibê, polîsan avêtin ser mala Ahmet Turk û ew binçav kirin.
Polîsan Turk ji bo lêpirsînê birin Rêveberiya Ewlekariya Mêrdînê û li mala wî jî lêgerîn pêkanîn.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li cihî Ahmet Turk, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman weke qeyûm destnîşan kiribû.
Ji aliyê din ve, îro danê sibê polîsan serokê şaredariya navçeya Artukluya Mêrdînê Emîn Irmak jî desteser kirin.
Rudaw
