Rêveberekî YNK: Barzanî dixaza çaksazî di hemû beşan da pêk bîne
Roja 21.11.2016ê endamê serkirdayetiya YNK, Cemîl Hewramî ji BasNewsê re ragehand, peyama Barzanî hengavek başe ji bo çareserkirina temamî wan pirsgirêkên niha yên herêma Kurdistanê ye û ji bo vê yekê “divê di demek kurt de hemû aliyên siyasî bi dû bangewaziya Barzanî ve biçin.”
Wî berpirsî herwaha got ew peyame xizmeta yekgirtina mala kurdan dike û “dibêje Barzanî dixwaze çaksazî di hemû beşên sîstema siyasî ya herêma Kurdistanê bike û herwaha barzanî dixwaze pirsgirêkên aborî û darayî jî çareser bike.
Çemîl Hewramî herwaha ragehand:” Barzanî di wî welatî de dijî û baş li wan pirsgirêkan tê digehît û ji ber wê jî hewl dide ku çareseriyekê danê ji bo wan pirsgirêkan.
Basnews
