Yekgirtûyên Îslamî…Derbarê peyama Barzanî de daxuyaniyek belav kir
Encûmena siyasî û civatî ya Yekgirtûyên Îslamî daxuyaniyek belav kir û daxuyanî îro 21.11.2016ê hat weşandin û tê gotin; Ew piştevaniya xwe bo peyama serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û herwaha wek pêngavekî pêwîst û giring pênase kirin.
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hêviyên xwe yên derbarê peyamê de aşkera dike û wek destpêkek bo dîtina rê çareyekî pêwîst ku hemû pirsgirêk û aloziyên herêmê û herwaha pêngavên bi kiryar li dû xwe bîne pênase kir.
Herwaha di peyamê de tê gotin, encûmena siyasî û civatî ya Yekgirtû daxwaz li hemû aliyan, bi taybet jî ji pênc aliyên siyasî dike, ku herçend zû dest bi gotûbêjan bike bo geheştina mekanîzmayekê û çareseriyekî guncaw ji bo derbaskirina vê pêvajoyê vê di cîh de be.
Basnews
