• Friday, 22 May 2026
logo

Yekgirtûyên Îslamî…Derbarê peyama Barzanî de daxuyaniyek belav kir

Gulan Media November 21, 2016 Nûçe
Yekgirtûyên Îslamî…Derbarê peyama Barzanî de daxuyaniyek belav kir
Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê daxuyaniyek derbarê peyama dawî ya serokê herêma Kurdistanê de belav kir.

Encûmena siyasî û civatî ya Yekgirtûyên Îslamî daxuyaniyek belav kir û daxuyanî îro 21.11.2016ê hat weşandin û tê gotin; Ew piştevaniya xwe bo peyama serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û herwaha wek pêngavekî pêwîst û giring pênase kirin.

Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hêviyên xwe yên derbarê peyamê de aşkera dike û wek destpêkek bo dîtina rê çareyekî pêwîst ku hemû pirsgirêk û aloziyên herêmê û herwaha pêngavên bi kiryar li dû xwe bîne pênase kir.

Herwaha di peyamê de tê gotin, encûmena siyasî û civatî ya Yekgirtû daxwaz li hemû aliyan, bi taybet jî ji pênc aliyên siyasî dike, ku herçend zû dest bi gotûbêjan bike bo geheştina mekanîzmayekê û çareseriyekî guncaw ji bo derbaskirina vê pêvajoyê vê di cîh de be.

Basnews
Top