• Monday, 23 February 2026
logo

18 taxên bajarê Mûsilê hatine rizgarkirin

Gulan Media November 20, 2016 Nûçe
18 taxên bajarê Mûsilê hatine rizgarkirin
Serokê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Parêzgeha Neynewa Haşim Birîfkanî dibêje, şerekî giran di navbera artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞê de li nav taxên Mûsilê diqewime û heta niha 18 tax hatine rizgarkirin.

Haşim Birîfkanî ji malpera fermî ya PDKê re ragihandijye ku şerekî giran niha li nava Mûsilê heye, şerê kolan bi kolan û mal bi mal e. Hêzên Dijîterorê gihîştine nava taxên Zanayan û Muharibîn Qadisiye Yek û Dû, herwiha duhî Tehrîr jî hat rizgarkirin.”

Birîfkanî daye zanîn ku ji destpêka operasyona Mûsilê ku mehek derbas bûye, heta niha 18 taxên Mûsilê hatine rizgarkirin û îro jî şer li taxa Zihur heye.

Serokê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Parêzgeha Neynewa wiha domand: “Şerê Mûsilê şerekî giran e û her ku dirêjtir dibe, ew şer zehmetir û girantir dibe.”

Basnews
Top