NATO li nêzîkî sînorê Rûsya manovra leşkerî pêk tîne
Operasyon roja yekşemî 20ê Mijdara 2016ê dest pê dike û heta roja 2ê meha dahatî (12) berdewam dibe.
11 welat beşdarî di vê operasyonên (manovrê) dibin ku ew jî her yek ji welatên Amerîka, Birîtanya, Almanya, Kanada, Polonya, Lîtvanya, Romanya, Slovenya, Luksemburg û 3 welatên Balkanê.
Herwiha NATOyê plan daniye ku çalakiyên xwe yên leşkerî li rojhilata Ewropayê û Balkanê zêdetir bike. NATO li ser wê yekê dibêje, ku ew çalakiyên leşkerî bo bihêztirkirina şiyanên serbazî yên welatên vê hevpeymaniyê bo rûbirûbûna gef û xeteran e.
Encamdana vê operasyona serbazî li Lîtvanyayê di demekê de ye, ku di heyama bihorî de çendîn caran Rûsya nerazîbûna xwe li hember berfirehkirina çalakiyên NATO li deverên nêzîkî sînorê xwe nîşan daye.
Rudaw
