HDP: Bi şêweyek çalaktir tevlî parlementoyê dibin
Herwiha Erbaş got: “Bi boneya vê mitîngê cara yekem, em di vê qadê de biryara xwe radigihînin. Çend roj in li ser hebûna HDP'ê ya di parlamentoyê de gengeşe hebûn. Hûn biryara me dizanin, piştî ku hevserok û serokê koma me hatin girtin, me kar û çalakiyên xwe yên li parlamentoyê rawestand û me got emê tenê komcivîna partiya xwe encam bidin.
Erbaş berdewam kir û got: “Hûn dizanin me eve ragihandibû lê ya girîng niha radigihînin, ev çend rojeke civînên gelek girîng ligel yekbûna pêkhateyên di nava HDP'ê de û hemû saziyên girêdayî partiyê encam didin û me biryar da bi şêweyek çalaktir û bibandortir tevlî xebatên parlamentoyê bibin.”
Roja 6 Mijdarê Koma Parlementoyê HDPê li bajarê Diyarbekirê biryara da, ku ew xebata xwe ji parlementoyê venakêşînin, lê xebata xwe radwestînin.
K24
