• Monday, 23 February 2026
logo

Ev du roj in li Helebcê şer derketiye – Gelo DAIŞ e yan Ensar el Îslam?!

Gulan Media November 20, 2016 Nûçe
Ev du roj in li Helebcê şer derketiye – Gelo DAIŞ e yan Ensar el Îslam?!
Rayedarekî hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ew çekdarên ku pêr li gundekî Helebcê bibûn sebeba derketina şer, endamên rêxistina îslamî û radîkal a bi navê “Ensar el Îslam” in.

Pêr êvarê hat gotin ku li gundekî bajarê Helebcê yê Kurdistana Başûr, di navbera hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û komek çekdarên nenas de şer derketiye. Li gorî agahiyên BasNewsê, heta niha jî şer didome û hêzên ewlehiyê bo paqijkirina deverê dest bi operasyoneke mezin kirine.


Derheqê nasnameya wan çekdaran de berdevkê Wezareta Ewqaf a Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re got, bi baweriya min ew çekdar, endamên Ensar el Îslamê ne çimkî beriya niha jî çend caran li wê deverê hatine dîtin. Em nizanin çawa û ji ku hatine lê rewşa ku niha Kurdistan tê de ye, rê dide ku komên bi vî rengî xwe nîşan bidin, bi taybet ew deverên ku nêzîkî sînorê Îranê ne, wê derfetê dide ku komên mîna Ensar el Îslamê bilivin.


Merîwan Neqişbendî her wiha got, ew dixwazin bi derxistina şer û aloziyê vê peyamê bidin ku em hîn mane. Helbet şert nîne ku xebatên wan çekdarî be, dibe xebatên wan yên hizrî jî hebe. Jixwe li wan deran çend caran gefa kuştinê li min xwarine, ev jî nîşan dide ku hîn li wir hene.

Li gorî wî rayedarê Herêma Kurdistanê, çekdarên han dema dibînin DAIŞ tine dibe dixwazin serê xwe bilind bikin. Berdevkê Wezareta Ewqaf hre wiha diyar kir ku mirov nikare bawer bike ku ew komên çekdar bêyî Îranê bikarin tiştekî bikin.

Alîkarê berpirsê melbenda YNKê li devera Şarezûrê, Ehmed Qedeferî jî derheqê wî şerî de û nasnameya wan çekdaran de ji BasNewsê re got, şer di navbera hêzên ewlehiyê û wan çekdaran, ku derbasî nav du gundên Helebcê bûne, heta niha jî didome.

Ehmed Qedeferî her wiha got, em nizanin ew çekdar kî ne lê wisa xuya dike xelkê wê deverê bin lê niha dixwazin bi navê DAIŞê şer ragihînin. Yên ku hatine dîtin jî rihê wan hebûye û mîna çekdarên DAIŞê bûne.

Wî rayedarê YNKê anî ziman ku alîgirên DAIŞê li wê deverê hene û got, derdora Helebcê girtî ye û ti kes nikare ji cihekî din derbasî wê deverê bibe. Lewma ez texmîn dikim hema xelkê wê deverê bin ku çek hildane û çûne çiyayên derdorê.

Basnews
Top