3 rojnamevanên Başûrî yên li Lîbya hatibûn revandin, hatin berdan
3 rojnamevanên Başûrî, ku tîma televîzyona K24 bûn û bo tomarkirina bernameya bi navê “Peyamnêrê Bêsînor” çûbûn Lîbya, duh peywendiya wan bi navenda serekî ya televîzyonê re qut bibû.
Lê televîzyona K24 ragihand ku îro danê êvarê tîma wan, ku ji aliyê komek çekdar ve hatibûn girtin, bi hewlên hikûmeta Lîbyayê hatine berdan.
Tîma K24 ji peyamnêrekî û 2 wênegiran pêk hatiye: Huner Ehmed (peyamnêr), Ehmed Dilşad û Bilind Elî (her du jî wênegir in)
Basnews
