Vîyan Dexîl: Hebûna PKKê li Şingalê gefeka mezine
Vîyan Dexîl aşkere kir; her çend zêdetir ji salekê ye bajarê Şingalê ji alîyê pêşmergeyên Kurdistanê hatîye rizgar kirin, lê ji alîyê avedankirinê û gihandina xizmet karîyan ve, karên pêdvî nehatine kirin, egerê serekî jî bo wê yekê, hebûna hêzên partîya karkerên Kurdistanê PKKê ye.
Vîyanê aşkere kir; hebûna hêzên çekdarî li wî bajarî gefeka rijde li ser hemû proje û xizmet karîyan, ew yek jî nabe berdewam be.
Vîyan Dexîl ragîhand jî; eger hêzên PKKê şerê Daişê kiribe behane bo hebûna wan li Şingalê, niha çi behane bo mana wan nînin, ew bajar ji Daişê hatîye paqij kirin, ji bilî hêzên pêşmerge jî Şingalê pêdvî bi çi hêzên din nîne.
War.tv
