Li gundekî Helebcê şer di navbera çekdarên nenas û hêzên ewlehiyê de derket
Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê êvarê li gundê “Giryane” yê Helebcê, komek çekdarên nenas hatine dîtin. Piştî ku hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê çûne gund di navbera wan û çekdaran de şer derketiye.
Berpirsê nexweşxaneya Helebcê, Dr. Goran Seidî ji BasNewsê re got, pêşmergeyek ku di wî şerî de birîndar bibû, hat nexweşxanê lê birîna wî sivik bû, me derman kir û şand mal. Em nizanin şerê gundê Giryane çima derketiye.
BasNewsê hewl da derheqê wî şerî de agahiyan ji qaymeqama Helebcê Nuxşe Nasih, berdevkê polîsê Helebcê Barzan Osman û rayedarên asayişa bajêr bistîne lê ti kesî bersiva BasNewsê neda.
Gundê Giryane dikeve başûrê rojhilatê Helebcê. Li ser sînorê îranê ye û 25 km dûrî Helebcê ye.
basnews
