Du taxên din ên Mûsilê hatin azadkirin
Operasyona azadkirina Mûsilê didome û hêzên Iraqî di pêşveçûnê de ne.
Fermandeyê giştî yê Dijîterora Iraqê Ebdilwehab Saidî ragihand, her du taxên “Muharibîn” û “Mulemîn” ji destê DAIŞê hatine derxistin.
Saidî her wiha ragihand, niha hêzên wan ber bi taxa Zihûr li rojhilatê Mûsilê di pêşneçûnan de ne.
Fermandeyê giştî yê hêza Dijîterora Iraqê da zanîn ku çekdarên DAIŞê bi topên hawanê welatiyên sivîl dikin armanc.
Basnews
