• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê CHPê: Tenê Erdogan û Ocalan serokatiyê dixwazin!

Gulan Media November 20, 2016 Nûçe
Serokê CHPê: Tenê Erdogan û Ocalan serokatiyê dixwazin!
Serokê CHPê Kiliçdaroglu bi tundî êrişî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erogan kir û got, li Tirkiyê tenê Erdogan û Ocalan serokatiyê dixwazin. Kiliçdaroglu her wiha got, Erdogan dizanîbû dê kûdeta bibe.

Kemal Kiliçdaroglu li Trabzonê beşdarî civîna nûnerên saziyên sivîl û endamên partiya xwe bû û rexne li hikûmeta Tirkiyê girtin.


Kiliçdaroglu derheqê kûdetayê de axivî û got, em dizanin ku berî 15ê Tîrmehê haya wan ji kûdetayê hebû. Kûdetayek hatiye kirin lê hikûmet li hember vê bixwe jî kûdetayekî dike. Em vê qebûl nakin. Divê hemû kes bi azadî nêrînên xwe bêjin.
Kiliçdaroglu nîqaş û amadekariyên li ser sîstema serokatiyê jî rexne kir û wiha axivî: "Derdê me hemû li ser vê yekê ye. Dolar bilind bûye, tawan zêde bûne, 6 milyon kes bêkar mane, mirov di madenan de dimrin, lê ev ne giring in. Tenê ya giring mijara serokatiyê ye ji bo wan. Niha jî dibêjin serokomariya ser bi partiyan. Serokomarên din nûnertiya me dikirin lê yê niha nake."

Serokê CHPê destnîşan kir ku bi anîna sîstema serokatiyê hikûmet dixwaze rêjîma Tirkiyê biguhere.

Kiliçdaroglu anî ziman ku li Tirkiyê tenê du kes sîstema serokatiyê dixwazin û wiha got: "Li Tirkiyê du kes sîstema serokatiyê dixwazin; yek ji wan serokomar Recep Tayyip Erdogan û yê din jî Abdullah Ocalan e. Erdogan di sala 1993yan de digot, emperyalizma Amerîkayê dixwaze sîstema serokatiyê ji bo me bîne. Lê niha bixwe dixwaze. Ocalan jî dibêje, emê piştgiriyê bidin serokatiya Tayyip beg. Dibêjin, emê tev de azad bibin. Em dikarin ligel AKPê rêkeftinê bikin."

Basnews
Top