Salih Muslim dê li Parlamentoya Birîtanyayê biaxive
Navenda Lêgerînên Kurd /Centre for Kurdish Progress ragihandli Londonê derbarê rewşa kurdên li Rojavayê Kurdsitanê û herêmê de civînekê lidar dixe.
Hevserokê PYDê Salih Muslim dê 22yê Mijdarê li Parlamentoya Birîtanyayê li ser mijara “piştî şer hêviyên Kurdan çi ne û ev dema veguher dê çawa derba bibe” di beşdarî civînê bibe û axaftinekê bike.
Navenda Lêgerînên Kurd /Centre for Kurdish Progress ragihand Salih Muslim rola hêzên navnetewî li Sûriyê û herêmê binirxine û dê derbarê operasyonên rizgarkirina Mûsil û Reqayê de nêrînên xwe bibêje.
Civîn dê êvariya 22yê Mijdarê were lidarxistin û parlamentera skotî Natalie McGarry dê mazûvaniyê bike.
Rudaw
