Li Diyarbekirê li hember polîsan êrîş çêbû
Li Sîteya Toptanvanan a Diyarbekirê, duh demjimêr di 17:20’an de di navbera polîsan û 2 êrîşkaran de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de polîsek birîndar bû û êrîşkarek hat kuştin.
Li gorî amajeyên hatin kirin, polîsên dewriyeyê, ji 2 kesan ketin gûmanê û ew şopandin û piştî polisan navnîşana van kesan diyar kir, li hember wê navnîşanê operasyon da destpêkirin.
Ji ber ku êrîşkarê din ji cihê bûyerê bi dûr ket, polîsan li taxê bergirên ewlehiyê girtin. Li cihê bûyerê lêgerîn û lêkolîn dewam dikin.
K24
