Siyasetmedarên YNKê: Em nizanin çima Gorran ji hikûmetê venakişe!
Parlamentera berê ya YNKê û şêwirmenda niha ya polîtburoya wê partiyê, Sozan Xale Şehab ji BasNewsê re li ser helwesta Bizava Gorranê derheqê kirîza darayî û hikûmetê de axivî û got, rast e kirîz heye û baweriya welatiyan bi hikûmetê nemaye lê divê em li dû çareyekê bigerin.
Sozan Xale Şehab rexne li Gorran, Komel û Yekgirtû girt û got, ez fêm nakim ev partiyên me çi dikin û dibêjin! Li aliyekî di nav hikûmetê de ne û li aliyekî din jî dibêjin hikûmetê îflas kiriye. Madem wisa ye hûn çima ji hikûmetê venakişin!
Li gorî wê rayedara YNKê, yan divê partiyên han xwe tevlî karên hikûmetê bikin yan jî xwe jê vekişînin.
Parlamenterê berê yê YNKê Cemal Yûsif Botanî ji BasNewsê re got, ez nizanim Gorran çima ji hikûmetê venakişe! Ji ber hebûn û nebûna wan di hikûmetê de mîna hev e vêca çima venakişin.
Her du parlamenterên berê yên YNKê dibêjin, YNK di mijara hikûmetê de xwe bi ti partiyekê ve girênade.
Basnews
