FRANSA: DAIŞî direvin, em lêdin!
Stephan Le Foll, li kabîneya wezîran a Fransayê de axivî û got, “DAIŞî ji Mûsilê direvin Reqayê. Wezîrê Berevaniyê Jean-Yves Le Drian, daxwaz dike, ku li hember DAIŞiyên ku ji Mûsilê direvin Reqayê, operasyon bê kirin.”
Le Foll diyar kir, ji bo operasyona Reqayê amadekarî hene lê hê jî vê operasyonê destpê nekiriye.
Berdevkê hikûmeta Fransayê daxuyand ku Reqa ji bo hêzên hevpeymanan armanceke stratejîk e.
Firokeyên şer ên Fransayê, li Iraqê û Sûriyê, pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.
Şêwirmendên leşkerî yên Fransayê perwerde didin Hêzên Pêşmerge û pêş operasyona Mûsilê jî vî welatî topxane şandibûne Iraqê.
Rudaw
