Endamek rêveberiya PDKê: Gorran û beşek ji YNKê dixwazin Kurdistanê parçe bikin!
Endamê rêveberiya PDKê Necat Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew xwepêşandanên îro 19.11.2016ê xwepêşandanên hizbî ne, ewên ku rêkxistine endamên partiyanin, Komel, Gorran û YNK têde ne. xwepêşandan bi temamî hizbîne û ew partiya ne li pişt wan hewldana de ne. Demekî ku ji ber qut kirina qut û erzaqê gelê Kurdistanê ji aliyê Malikî ve jiyan rawestaye li Kurdistanê, herwaha ew Malikiyê kun aha Gorran û beşek ji YNKê dixwazin bikin hevpeyman, her ew kesane naha çepik bo wê grubê lê didin ku qut û erzaqê gelê Kurdistanê biriye. Rêvebirinekî xirap di pişt vê babetê de heye, armanc jî belav kirina Kurdistanê ye û carekedin girêdana bi Bexdayê ve ye.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Em agahdarin hewldanek heye bo dirûşmê vegerandina ser bi Bexdayê bê bilind kirin. lê em wek PDK li gel hemû çalakî û xebatekî medenî ango sivîl de ne, lê hikûmet divê di asta rêveberiya Silêmaniyê de maf û hesabekî li gel bike, em bizanin hejmara pareyê sînoran û dahata wî bajarî diçe kuderê û çi lê hatiye? Lêkolîn divê bê kirin, erê dahata Silêmaniyê beşa mûçeyê fermanberên wî bajarî dike yan na?’’
Wî endamê rêveberiya PDKê got: ‘’Hikûmeta Iraqê sedemê birîna qut û erzaqê xelkê Kurdistanê ye, li gel vê jî hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam li ser xet bû, bo çareser kirina pirsgirêkan.’’
Necat Husên got: ‘’Peyama PDKê baş geheştiye Gorran û ew partiyên ku dixwazin bi navê xwepêşanderan êrîş bikin ser PDKê, êdî wek berê nabe, naha rewş cuda ye û wî tiştî nikarin bikin. Ew bixwe wê zerer bibînin, ew berpirsin li wî sînorî.’’
Basnews
