• Sunday, 01 February 2026
logo

Îlham Medfeî: Ez bi eslê xwe yê kurd serbilind im

Îlham Medfeî: Ez bi eslê xwe yê kurd serbilind im
Hunermend û muzîkjenê Iraqî yê navdar ragihand ew ê navenda karê xwe veguhêze Herêma Kurdistanê û tekez kir ku paşeroja muzîk û stranan li Herêma Kurdistanê ye.

Hunermend Îlham Medfeî ji AKnewsê re ragihand ku ew ê navenda karê û xebatên xwe ji Emanê paytexta Urdunê veguhêze Hewlêrê, û got, "Ez paşeroja muzîk û stranan li Herêma Kurdistanê dibînim."

Medfeî got "Ez bi nasname û eslê xwe yê kurd serbilind im û ew dê vegerim ser rih û eslê xwe yê xwenedan, ez aşiqê Kurdistanê me û ew ji bo min welatê xewnan e."

Hunermend Îlham Medfeî dengbêj û gîtarjen e, ji kurdên Bexdayê ye, piştî gereke dirêj li Ewropa û Amerîka, regeznameya Urdunê wergirt û li Umanê cîgîr bû û niha jî hewl dide li Hewlêrê cîgîr bibe.

AKnews
Top