OPERASYONA MÛSILÊ - Başûrê bajêr bi temamî hate kontrolkirin
Fermandarê Polîsên Federal ên Iraqê General Raid Şakir Cewdet bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand: “Eniya başûrê Mûsilê bi temamî hatiye kontrolkirin ku rûberê wê 850 kîlometre çargoşe ye. Hemû xetên berevaniya DAIŞê hatine têkbirin û hêzên ewlekariyê gihiştine ber deriyê Mûsilê.”
Cewdet da zanîn, ku hêzên wan li hêviya ferman in û ew amadene bikevin nav Mûsilê û firokexaneya Mûsilê û sebazgeha Xezlanê.
Li gorî daxuyaniya Fermandarê Polîsên Federal, ji destpêka operasyonê heta niha 10 hezar û 815 malbat ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, ji van jî 11 hezar û 168 kes şandine herêmên aram û alîkariya mirovî gihandine wan.
Raid Şakir Cewdet daxuyand ku di operasyonan de 951 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 269 otomobîlên bombebarkirî jî hatine têkbirin.
Cewdet got ku hêzên ewlekariyê dest danîne serhezar û 700 çekên curbicûr, 25 çekên reşaş, 92 bombe, 83 matorpiskilêtên bombebarkirî û 36 mûşekên hilgirê madeyêm kîmyayî.
Rudaw
