leşkerên Tirkiyê di nav Natoyê de daxwaza penaberiyê kirine
Stoltenberg li Brûkselê di konferansekî de axifî û li ser pirsekî da zanîn ku, piştî hewla derbeya leşkerî hin leşkerên Tirkiyê ku, nav Natoyê de ne û li welatên cûr be cûr de kar dikin bi armanca penahende bibin serî li wan welatan dane. Stoltenberg got ew welatana derbarê serîlêdana penahendebûnê de lêkolîn dikin û dê biryara dawî ew ê bidin.
NATO tevlî vê pêvajoya penahendbûna leşkeran nabe.
Di 15ê Tirmehê de nav Arteşa Tirkiyeyê de komek leşker hewla derbeyê dabûn lê bi serneketibûn.
K24
