• Monday, 23 February 2026
logo

leşkerên Tirkiyê di nav Natoyê de daxwaza penaberiyê kirine

Gulan Media November 19, 2016 Nûçe
leşkerên Tirkiyê di nav Natoyê de daxwaza penaberiyê kirine
Sekreterê Giştî yê Natoyê Jens Stoltenberg dibêje ku,piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê hin leşkerên Tirkiyê ku, di nav Natoyê de kar dikin daxwaza penaberiyê kirine.

Stoltenberg li Brûkselê di konferansekî de axifî û li ser pirsekî da zanîn ku, piştî hewla derbeya leşkerî hin leşkerên Tirkiyê ku, nav Natoyê de ne û li welatên cûr be cûr de kar dikin bi armanca penahende bibin serî li wan welatan dane. Stoltenberg got ew welatana derbarê serîlêdana penahendebûnê de lêkolîn dikin û dê biryara dawî ew ê bidin.

NATO tevlî vê pêvajoya penahendbûna leşkeran nabe.

Di 15ê Tirmehê de nav Arteşa Tirkiyeyê de komek leşker hewla derbeyê dabûn lê bi serneketibûn.

K24
Top