• Friday, 22 May 2026
logo

SÊRT - 11 kes hê jî di bin kavilan de ne

Gulan Media November 19, 2016 Nûçe
SÊRT - 11 kes hê jî di bin kavilan de ne
Xebatên rizgarkirina karkerên di bin kavina kana madenê ya li navçeya Şêrwana Sêrtê de mane, bê navber berdewam dikin.

Duh li navçeya Xizxêr (Şêrwan) Sêrtê kana madena sifirê ya Şîrketa Ciner Grubê hilweşiya bû û 16 karker di bin kavilan de mabûn.

Termê 4 ji wan karkeran duh hatibû derxistin û îro jî termê karkerekî hate derxistin. Hê jî 12 karker di bin kavilan de mane.

Malbat û sekûkarên karkerên di bin kavilan de mane, bi xembarî temaşeyê xebatên rizgarkirinê dikin.

Wekîlê Serokê AFADÊ Halis Biden ragihandibû ku ew hêvî nakin ku 12 kesên di bin kavilan de mane, sax mabin.

Di vê navberê de, di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de 6 berpirsên şîrketên madenê hatine binçavkirin.

Rudaw
Top