Merkel: Hevkariya me ya bi Kurdistanê re dê dewam bike
Merkel li gel Serokê Amerîkayê Barack Obama civîneke hevpar a çapemeniyê lidarxist û got, “Rûsya cîranê me ye. Başbûna têkiliyên me ji bo berjewendiyên me ye. Peywendiyên me yên dîrokî, dîrokeke me ya hevpar heye lê ev gava ku nêrînên me bi awayekî kûr cuda bibin wê ji me re nebe asteng ku em fikrê xwe bibêjin.”
Merkel di civînê de da zanîn ku Almanya di têkoşîna li dijî DIŞIê de wê hevkariya bi Kurdistanê re bidomîne û got, ” Almanya wê piştgiriya xwe ji bo Pêşmerge û tevkariya hewayî bidomîne”
