• Monday, 23 February 2026
logo

Merkel: Hevkariya me ya bi Kurdistanê re dê dewam bike

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Merkel: Hevkariya me ya bi Kurdistanê re dê dewam bike
Sedrezema ( Serokwezîra) Almanyayê Angela Merkel anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê (YE) Rûsyayê wek hevkarê xwe dibîne û got ew dixwazin têkiliyên wan ên bi Moskovayê re baş bin.

Merkel li gel Serokê Amerîkayê Barack Obama civîneke hevpar a çapemeniyê lidarxist û got, “Rûsya cîranê me ye. Başbûna têkiliyên me ji bo berjewendiyên me ye. Peywendiyên me yên dîrokî, dîrokeke me ya hevpar heye lê ev gava ku nêrînên me bi awayekî kûr cuda bibin wê ji me re nebe asteng ku em fikrê xwe bibêjin.”

Merkel di civînê de da zanîn ku Almanya di têkoşîna li dijî DIŞIê de wê hevkariya bi Kurdistanê re bidomîne û got, ” Almanya wê piştgiriya xwe ji bo Pêşmerge û tevkariya hewayî bidomîne”
Top