• Monday, 23 February 2026
logo

Gemîyek ji 130 penaberan pêkdihat li deriya Spî noq bû

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Gemîyek ji 130 penaberan pêkdihat li deriya Spî noq bû
Rêxistina bijîşkên bê sînor a Îtalyayê ragehand ku, keşteyek ji 130 penaberî pêkdihat di deryaya Spî de noqbû, di encam de tenê 27 kes rizgarbûn û termê 7 kesan hatiye dîtin.

Rêxistina bijîşkên bê sînor a Îtalyayê li ser malbera xwe Tiwîterê daxuyaniyek belav kir ku, hawla rizgarkirina keşteyekê kirine tê de 130 koçber hebûn.

Rêxistinê da zanîn ku, ji wan 130 koçberan tenê 27 hatin rizgarkirin û termê 7 kesên din hatin dîtin.Herwiha diyar kir ku, heta niha çarenivîsa wan koçberên din ne diyare.

Ji aliyê xwe Wezareta Navxwe ya Îtalyayê berî niha ragehandibû ku, ji destpêka vê salê heta niha 166 hezar koçber bi rêya deryaya Spî gihaştne Ewropayê.

K24
Top