• Monday, 23 February 2026
logo

LI WANê ŞER – Birîndar hene

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
LI WANê ŞER – Birîndar hene
Hat ragihandin li navçeya Erdîşê ya Wanê di operasyona li dijî gerîlayên PKKê de 3 polîsên bi ser hêzên taybet ên Tirkiyê ve birîndar bûne.

Li gor medya Tirkiyê îro Hêzên Dijî Teror û Hêzên Taybet ên ewlekariya Tirkiyê li taxa Çelebibagê ya navçeya Erdîşê îro li hemberî gerîlayên PKKê operasyon hat pêkanîn.

Di dema operasyonên de pevçûn derket û di encamê de jê yek bi dijwar 3 polîsên bi ser hêza tevgera teybet ve birîndar bûn.

Herwiha li gor Dogan Haber Ajansê gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest daye.

PKKê derbarê bûyerê de hêj ti daxuyanî belav nekiriye.

Li herêma navborî operasyon berdewam e.

Rudaw
Top