• Monday, 23 February 2026
logo

Hevserokê DBPê hate berdan

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Hevserokê DBPê hate berdan
Hevserokê DBPê Kamûran Yûksek piştî ku li navçeya Hezexê ya Şîrnexê hate desteserkirin, dîsa hate berdan.


Kamûran Yûksek û rayedarên KCD, HDP û hin saziyên din di saetên sibê de xwestin biçin navçeya Hezexê ya Şirnexê lê ber deriyê bajêr, polîsan Hevserokê DBPê Kamûran Yûksek desteser kirin û ew birin asayiş Hezexê.

Hate zanîn ku polîsan bi hinceta ku Yûksek derbarê dozekê de îfade nedaye, ew desteser kirine. Piştî ku Yûksek îfadeya xwe da serbest hate berdan.

Basnews
Top