‘Hejmara penaberên Mûsilê geheşte 80 hezaran’
Heyva Sor a Iraqê ragihand ku hejmara penaberên Mûsilê ji destpêka Operasyona rizgarkirina Mûsilê zêdebûn û giheştin 79 hezar û 192 penaberî. Derbarê vê yeke de endamê Hêyva Sor a Iraqê Îyad Ferîd di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku ji duhî were hejmara penaberên Mûsilê ku, ji destpêka Operasyona rizgarkirina Mûsilê zêdebûn û giheştin 79 hezar û 192 penaberî.
Hat ragihandin ku pêşbînî tê kirin ku ew hejmar roj bi roj zêde bibe. Ji aliyê din ve bernameya cîhanê ya xwarinê alîkarî gihandine 100 hezar kesî, herwiha 25ê hezar penaber li navçeya Gogcelî arîkarî giheştine wan.
Basnews
