• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan: 4 welat dê parçe bibin!

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Erdogan: 4 welat dê parçe bibin!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, welatên rojavayî bi piştgirîkirina DAIŞê tohmetbar kir û ragihand, ku welatên rojavayî çek didin DAIŞê. Erdogan herwiha got, ku 4 welatên Sûriye, Iraq, Lîbya û Efxanistan dê parçe bibin.

Recep Tayyip Erdogan ku bi serdaneke fermî li welatê Pakistanê ye, di civîneke hevbeş a Parlamento û Senato ya Pakistanê amade bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di gotara xwe de bi tundî êriş kire ser welatên rojavayî û ew bi piştgirîkirina DAIŞê û dijatîkirina îslamê tohmetbar kirin.

Erdgan got: “Diyar e kê li gel DAIŞê ye, rojava piştevanî DAIŞê ye. Ji ber wan çekên ku me dest danîne ser, ji me re derketiye holê ku berhemên rojava ne. Me dît û em dibînin ku ew, wan li dijî îslamê bi kar tînin.”

Serokomarê Tirkiyê di berdewamiya axavtina xwe de got: “Ew welatên ku parçe dibin, Sûriye, Iraq, Lîbya û Efxanistan in. Ew çek herdem ji aliyê welatên rojava ve tên berhemanîn. Her çiqas zû em wan ji cîhana îslamî û tevahiya cîhanê bikin derê. Berovajiyê wê ne îslam û ne jî mirovatî aramiyê bi xwe ve nabînin.”

Erdogan behsa wê yekê jî kir, ku Tirkiye li welatên Iraq û Sûriyê rûbirûyê DAIŞê sekiniye û tekez kir: “Em li navxweyê Tirkiyê, li Iraqê û li Sûriyê li dijî DAIŞê şer dikin. Ev rêxistin, dûr û nêzîk pêwendî bi îslamê ve nîne. Ev zirarên ku wan li îslamê daye, ti kesî lê nedaye.”

Rudaw
Top